İnsan Hakları Derneği
İnsan Hakları Derneği
Li erdnîgariyeke ev qas dewlemend çend zimanên dayikê winda bûne!

Tê zanîn ku îro li cîhanê bi nêzî 7 hezar zimanan tê xeberdan û ji wan 2500 bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. UNESCO hewl dide balê bikişîne ser vê xetereyê û di 17’ê Mijdara 1999’an de 21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî îlan kir û ji sala 2000'î ve wek "Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê" tê pîrozkirin.

Zimanê dayikê ew ziman e ku mirov di nav civakên xwe de yan jî di bin rêveberiya dewletekê de xwe herî baş pê îfade dikin, pê sosyalîze dibin û hebûna xwe ya çandî pê diparêzin. Bêparkirina gelên nebûne xwedî dewlet ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, dibe sedem ku ew ji gelek derfetan bê par dimînin.

Astengiya herî mezin a li pêşiya daxwazên ji bo zimanê dayikê, feraseta "netewedewletê" ye ku li cîhanê serdest e. Netewedewlet, ji bilî zimanê fermî bi helwesteke asîmîlasyonîst, yekperest û qedexeker li ser redkirina zimanên din hatine avakirin. Ev feraset hemû komên etnîk an jî gelên ku li ser heman xakê dijîn, mecbûr dike ku bi "yek zimanî" biaxivin, bi wî zimanî perwerde bibin û çalakiyên xwe yên din pê bidomînin. Hemû zimanên ku cîhanê; çi yên windabûyî, çi yên di xetereyê de ne û çi jî yên tên bikaranîn, nirxên hevpar ên dîroka mirovahiyê ne. Divê were mîsogerkirin ku gel bi zimanên xwe biaxivin, pê perwerde bibin û jiyan û çanda xwe pê bidomînin. Bi piranîparêziya zimanî û çandî, dê mimkun be ku civak bi hev re û azad di nava aştiyê de bijîn.

Erdnîgariya me xwedî avaniyeke pirzimanî ye. Li gorî prensîba wekheviyê ya destûra bingehîn, mafê hemû gelan heye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin. Her wekî civakên hemdem jî dikin, dabînkirina mafê perwerdeya bi zimanê xwe yê dayikê, peywireke dewletê ye. Di vê çarçoveyê de divê li erdnîgariya me daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ya bi zimanên kurdî, romanî, lazkî, çerkezî, erebî û hemû zimanên din, bi qanûnî were naskirin.

Divê dewleta Tirkiyeyê demildest metirsiyên xwe yên di madeyên ku destûrê didin hînkirina nirxên ziman, çand û baweriyên cuda yên di belgeyên mafên mirovan ên gerdûnî de ku ew jî beşdar e, bi taybetî metirsiyên li ser madeyên 17, 29 û 30 ên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî rake. Ji bo ku di warê perwerdeyê de bingeheke wekhev û azadîxwaz were mîsogerkirin, divê ew bibe beşdara "Peymana li dijî Cihêkariya di Perwerdeyê de" ya Neteweyên Yekbûyî-UNESCO’yê û divê pêdiviyên wê bi cih bîne.

Bi vê boneyê, wek Komeleya Mafên Mirovan em Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz dikin; em careke din destnîşan dikin ku em piştgiriyê didin rakirina hemû astengiyên li pêşiya bikaranîna zimanê dayikê û garantiya qanûnî ya perwerdeya bi zimanê dayikê. Bi taybetî perwerde û tenduristî, hemû xizmetên gelemperî divê bi kalîte, bê pere, berdest û zanistî bin û bi feraseteke li ser bingeha zimanê dayikê û bi pirzimanî werin pêşkêşkirin.

21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz be!

Komeleya Mafên Mirovan - Şaxa Stenbolê